image

 

PeyamaKurd – Hemû kesên di helîkoptera ku duh li sînorên Duhokê ketibû de jiyana xwe ji dest dan.

Yekîneya Antî Terora Kurdistanê derbarê helîkoptera do êvarê saet derdora 20.40an de li gundê Berkiyat a girêdayî navçeya Çemanke ya Duhokê ket xwarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berpirsên Herêma Kurdistanê pêwendî bi hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Tirkiyê re danîne, lê bersiv dane ku ew helîkopter ne ya wan e.

Di lêkolînên ewil de hat ragihandin, helîkoptera tîpa Eurocopter AS350 e û kesên tê de tev mirine.

Herwiha di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin, kesên di helîkopterê de PKKyî ne, hat destnîşankirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.

Li gor zanyariyan, di wê helîkopterê de 5 heta 7 kes hebûn û devera ku helîkopter lê ketiye, nêzîkî devereke ku ji ber şer û pevçûnên di navbera PKKê û Tirkiyê de hatibû valakirin e.