PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên hikûmeta Awûstralyayê ve hat ragihandin ku ew ê hejmarek malbatên endamên rêxistina terorî yên IŞÎDê, bişînin kampên Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî plansaziya hikûmeta Awûstralyayê, dê zêdetirî 20 jin û 44 zarokên çekdarên IŞÎDê, li kampên Hol û Rojê yên Rojavayê Kurdistanê bên vegerandin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku piraniya wan kesan zarok in û temenên wan di bin 6 saliyê de ne.
Herî dawî, di sala 2019an de hikûmeta Awustraliyayê 8 welatiyên xwe ji kampên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de vergerandibûn lê belê ji wê demê bi şûn ve tu welatiyên xwe ji van kapman dernexistine.