
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ku şirîkê deshilatiya Tirkiyê ya AKPê ye, daxuyaniyeke nivîskî belav kir ku tê de Selahattîn Demirtaş wek terorîst û êrîşî lihevkirina yekîtiya partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got, ew dê destûrê nedin wê xiyanetê û hilweşînin.
Bahçelî li ser rewşa dawî ya Tirkiyê û nerazîbûnên li hemberî hikûmeta MHP-AKPê got, “Niha hinek baro meşa aloziyê li dar dixin, Dadgeha Destûrê ji bo Demirtaşê terorîst biryara binpêkirinê daye û siyaseta CHP-HDP-ÎP (Partiya Perînçek) ji bo gefa destwerdanên derve rê xweş dikin.”
Bahçelî yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) lihev kirine jî wekî ‘xiyanet’ bi nav kir û rexneyên tund li Amerîkayê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî girtin.
Herwiha Bahçelî li ser lihevkirina navbera Kurdan êrîşî aliyên Kurdî kir û got, “Wê destûr bo vê xiyanetê neyê dayîn. Komploya ku ji nû ve li Qamişlo xwe daye der, wê ji aliyê Enqerê ve bê hilweşandin.”