image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li nêzîkî bajarê Habarovsk ê Rûsyayê ku dikeve sînorê Çînê, balifereke leşkerî ya cûreya An-26 di dema ceribandina amûrên pêwendiyê de, ji radarê derketiye û ketiye xwarê.

Li gorî zanyariyan 6 kes di wê balafirê de bûn ku ti agahî ji wan kesan nîne û aqûbeta nediyar e.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihandiye ku balafir nêzîkî bajarê Habarovskê ji radarê derketiye û winda bûye û ji bo dîtina balafirê helîkopterên Mi-8 hatine şandin.

Piştî ketina balafirê Rûsyayê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê. Lê belê ji ber şert û mercên dijwar ên keş û hewayê û ji ber tarîbûna hewayê, xebatên lêgerînê bi zehmetî dimeşin.