image

PeyamaKurd Di merasima derçûna zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li wan xortên ku zanîngeh qedandine, kir û hêviya serkeftinê di karê wan de xwest.

Serokwezîr şîret li ciwanan kir ku xewnên xwe pêk bînin û got, "Em hewl didin û dixebitin ku Kurdistan bibe navendek ji bo pêkanîna xeyalan."

Serokwezîr diyar kir, divê ciwan bi zanebûn û amûrên xwe pêşengiya gel bikin û bal kişand ser girîngiya wêrekiya ciwanan.

Serokwezîr li ser pêwîstiya vebûna ciwanan li qada navneteweyî û berdewamkirina proseya xwendinê da zanîn, avakirina zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê di bin şert û mercên dijwar de pêk hat.

“Piştî perwerdehiya xwe vegere welatê xwe”

Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku ji sedî 70ê xwendekaran li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bi bûrsê dixwînin, Serokwezîr şîret li ciwanan kir ku hemû qatên civakê berçav bigirin.

Serokwezîr got, "Dema ku em Kurdistanê weke sermayeya xwe ya mirovî bibînin, qadeke nû ya jiyanê derdikeve holê" Serokwezîr bal kişand ser girîngiya nirxdayîna ramanên cuda.

Herî dawî Serokwezîr ji bo ciwanên ku dixwazin li derveyê welat perwerdehiya xwe bidomînin re got, "Piştî xwendina xwe biqedînin vegerin welatê xwe."