image

PeyamaKurd- Di ser Şoreşa Êlûnê ya di bin pêşdariya Mele Mistefayê nemir re 57 sal derbas bûn.

Li Kurdistana Iraqê Gelê Kurd di bin serokatiya Mela Mistefa Barzanî de di 11ê Êlûna 1961ê de, li dijî rejîma BAASê serhildan pêk anî. Mela Mistefa hemî komên olî û netewî li dora xwe civandin û li dijî dakirkeran şoreş da destpêkirin.

Mela Mistefa Barzanî piştî şoreşê, di 1946an li Komara Kurdistanê (Mahabad) bûbû Serokê Sererkaniyê û ji ber ku Komara Kurdistanê hate ruxandin, bi pêşmergeyên xwe re ji Çemê Arasê derbas bûbû û çûbû Rûsyayê.

Li Kurdistana Bakur agirê şoreşê gur bû…

Mela Mistefa Barzanî demekê, li Rûsyayê di nefyê de ma. Piştî ku li Iraqê General Abdulkerîm Qasim li Iraqê darbe kir û soz da ku mafên Kurdan jî nas bike, Mela Mistefayê Nemir jî bi pêşmergeyên xwe re vegeriya Kurdistana Bakur. Lê belê Generalê Darbeker Abudlkerîm Qasim, sozên ku ji Kurdan re dabûn, neanîne cih.

Piştî ku Hukûmeta Iraqê soza xwe neanî cih, Mela Mistefa li dijî zulm û asîmîlasyona hukûmeta Iraqê di 11ê Êlûna 1961ê de serhildan da destpêkirin. Li Kurdistanê hemî komên olî û netewî li dijî hukûmeta BAASê li cem Mela Mistefa sef girtin. Şoreşa 11ê Êlûnê piştî 9 salan li dijî hukûmeta dakirker bi ser ket û Rejîma Iraqê mafên Kurdan û otonomiya Kurdistanê nas kir. Bi vî rengî şorera Êlûnê bi encam bû.