
PeyamaKurd - Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û parlamenterê HDPê yê li Rihayê yê berê Osman Baydemir ragihand, ku dewleta Tirkiyeyê nabe dewleteke demokratîk û divê hilweş e.
Osman Baydemir beşdarî bernameya Telegraf Aktuel bû û rexneyên tûnd li dewleta Tirkiyeyê kirin. Baydemir destnîşan dike ku dewleta Tirkiyê naguhere û nabe dewleteke demokratîk û dibêje, bi dehan caran hatiye ceribandin ku dewleta Tirkiyeyê naguhere û nabe komareke demokratîk. Baydemir "Tirkiye ne dewleta Kurdan e, Tirkiye dewleteke dagîrker e ku êdî hebûna we ne rewa ye.
"‘Em bi dewleteke zordest û dagîrker re rûbirû ne ku divê hilweşe’
Siyasetmedarê Kurd ê bakurê Kurdistanê Baydemir dide zanîn ku Kurd li Tirkiyê bi "dewleteke zordest û dagîrker" re rûbirû ne ku divê hilweşe. Di berdewamiya nirxandinên xwe de Baydemir destnîşan dike, ku dewlet û parlamentoya Tirkiyeyê ne yên Kurdan e û teqez dike ku “divê Kurd vegerin ser koka xwe.” û dibêje: “Li Amedê rewatiya wê dewletê bi dawî bûye, ji ber ku sindoq ji holê rakirine. Ev dewlet li wê derê dewleteke dagîrker e, dewleteke kolonyal e.”
‘Me daye pey demokratîkirina wê dewletê’
Osman Baydemir rexneyê li hewlên Kurdan ji bo demokratîkirina Tirkiyê û bê encambûna wan hewlan dike û dibêje, “me daye pey demokratîkirina wê dewletê, em temamê hêz û taqeta xwe ji bo tiştekî ku nabe, xerc dikin. Lê hêza li hemberî me ji mirovahiyê bi qasî serê derziyê jî sûd wernegirtiye û dê wernegire jî.”
Baydemir: “Belkî jî divê em ji xwe destpê bikin. Kurdan asîmîle dikin. Pêwîst e em li xwe xwedî derkevin, Divî em xwe biparêzin, divê em vegerin ser koka xwe. Ew der (parlamento) mixabin êdî ji me re ti feydeya wê nîne. Werin em bên van bernameyên xwe bi Kurdî çêbikin.”
‘Erdnîgariya min heye, navê wê jî Kurdistan’
Baydemir di beşeke din a hevpeyvîna xwe de diyar dike ku ku Kurd xwediyê cografiyaya xwe ne û wiha dibêje: “Divê em bi awayekî zelal û vekirî biaxivin, erdnîgariya min heye, navê wê jî Kurdistan e. Ez netewek im, şerê faşîstên kemalîst, şerê faşîstên îslamîst bi min çi, bo cehenemê. Hûn herdu jî bo cehenemê. Stenbola we, Enqereya we û Îzmîra we ji min re çi!
‘Hêza me têra me dike, em nebin beşek ji lîstokên wan’
"Divê em bi aşkere bêjin, ev dewlet dewleta min nîne. Ez nabêjim ji bo wê yekê hêza me heye. Ez dizanim ku hêza me nagihe wê yekê. Hêza me nagihe wan, lê hêza me têra me dike, em nebin beşek ji lîstokên wan... Divê Kurd bingeha cîrantiyê ligel Tirkiyeyê deynin û hêdî hêdî dema wê yekê hatiye."