image

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navçeya Kolikê di felekê de 2 otomobîl lihev ketin û di encamê de 3 ji wan zarok 5 kes birîndar bûn û rewşa yekê ji wan xedare.

Qeza li dora nîvro li ser rêya navbera Kolik û Semsûrê de di km ya 5 an de çêbû. Di qezayê de Kasım Taş, Ahmet Taş (9), Ali Taş (12), Nidanur Taş (5) û Naile Çimen (48) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê li ciyê qezayê mudaxeleya ewilî kirin û birîndaran birin nexweşxana Semsûrê ya perwerdê û lêkolînê. Rewşa Naile Çimen xedar e.