image

PeyamaKurd – Li Kerkûkê şeva borî nêzîkî 70 ciwan hatin desteserkirin. Namzedekî derçûyî yê PDKê di derbarê wan de diyar dike: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re daniye û daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê jê kiriye.”

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûk-Germiyanê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re daye zanîn: “Hejmarek ji nav YNKê, ji ber ku çend kursî ji dest dane, li Kerkûkê bi ser artêş û kesên şahî dikirin de teqe kirine, ev jî bûye sedem Heşda Şabî, artêşa Iraqê û polîs, bi neheqî ligel çend ciwanên dilsoz bi dest û qundaxên tifingan rûbirûyê hev bibin, di encamê de hejmarek kesên Kurd bersiv dan û pişt re artêş û polîsên îtîhadî hejmarek kesên bêtawan ji wan ciwanan desteser kirine.”

Kemal Kerkûkî li ser ciwanên hatine desteserkirin diyar kiriye: “Lîwaya 61 bi hêzeke zêde çûne Taxa Şorce û 35 ciwanên Kurd ên bêtawan desteser kirine û li Rehîmawa jî 29 kes desteser kirine û mobaîlên wan kontrol kirine.”

Kemal Kerkûkî eşkere kiriye: “Daxwazê ji hemû berpirs, kadro, endam û alîgirên partiya xwe û hemû daniştvanên dilsoz û Kurd ên serbilind ên bajarê Kerkûk û Germiyan dikin ku bi hemû şiyana xwe aramiyê biparêzin û çavvekirî bin, neku fitneya têkderan serbigre û têde zerar bigihe hemû aliyekî. Herwiha daxwazê ji fermandarê operasyonan, artêşa Iraqê û polîsên xwecihî yên Kerkûkê dikin bi aramî bi erkê xwe rabin wek berî hilbijartinê.”

Kemal Kerkûkî destnîşan dike, bi vî awayê niha û têkdana aramiyê li ber welatiyên Kurd ên bajêr, ne çareserî ye û berevajiya wê dibe sedema aloziya zêdetir û daxwazê ji partiyên dilsoz û xelkê bi şeref ên bajarê Kerkûkê dikin ku hêminiyê biparêzin, li ser xwe bin û ji bo parastina aramiyê hevkar bin.

Herwiha Kemal Kerkûkî, bûyerên şeva borî yên li bajarê Kerkûkê dixe stuyê hejmarek endam û alîgirên YNKê û dibêje: “Ji bo ew hejmara têkdar ên nav YNKê nebin sedema têkdana kêfxweşiya wê serkeftina mezin a hatiye bidestxistin û nebin sedema tu bûyereke bi êş, li ser xwe bin, ji ber hinek kesên nav YNKê ev alozî çêkirine da ku we yên dilsoz û niştimanperwer jî bikşînin nav vê pirsgirêkê.”

Berdevkê Polîsên Kerkûkê Amir Şiwanî jî diyar kiriye: “Yên ku bi helkefta serkeftina çend berbijêran şahî kirine, rêgirî kirine û êrîşî hêzên emnî û xelkê jî kirine. Ya baş ew e alîgirên partiyan şahiyên xwe bibin cihên taybet û em jî wan diparêzin, nabe bi navê şahiyê rê bigrin û êrîşî xelkê bikin, çend alî dixwazin aloziyê çêbikin, herwiha êrîş birin ser ambûlans û otomobîlên polîs jî, loma ev nayê qebûlkirin.

Derbarê desteserkiriyan de jî, Berdevkê Polîsên Kerkûkê eşkere kiriye: “Îro hemû tên azadkirin, tenê yên ku ji aliyê welatiyan ve doz li ser wan hatiye vekirin tên dadgehkirin.”

Namzedê derçûyî yê PDKê li Bazneyê Yek ê Kerkûkê Şaxewan Ebdulla daye zanîn: “Serokê Herêma Kurdistanê ligel Kazimî axifiye û daxwaza asayîkirina rewşê kiriye.”