image

PeyamaKurd – Çiyagerên ku dertên bandeva Çiyayê Agiriyê bûne şahid ku di nav 15 salên dawiyê de her diçe berfa serê çiyayê Agiriyê dihele. Di sala 1921 ê de hatiye asteka wisa ku pir kêm berf li serê çiya maye. Ev jî bi germbûna dinyayê re paralel dimeşe.

Çiyayê Agiriyê bilindahiya wê 5.137 metreye ku dikeve bakûrê Kurdistanê di navbera bajarên Bazîdê û Ixdirê de ye. Lê ji aliyê Ermenistanê bi taybetî ji gundên Kurdên Ermenistanê xweş xwuya dike.

Serokê klûba sporên xwezayî yê bajarê Erzeromê Mustafa Tekin yê ku rêberiya tûran dike weha got:

“Ez rêberê çiyavanan û çiya me. 23 sale ez dertêm Çiyayê Agiriyê. Di 23 salên dawiyê de berfa serê Çiyayê Agiriyê dihele. Li Agiriyê 4 cîh hene ku derêy serê çiya. Di wan rêyan de helandina berfê zêde ye. Dema berf dihele, dibe sedema rabûna lehiyê û gundên jêr dikevin berê.

Divê em çareyekî bibînin da ber lihelandina berfê û lehiyê bigrin.”