image

PeyamaKurd - Berpirsekî wezareta Pêşmerge ragihand, demeke çekdarên DAIŞê tevgera wan zêde bûye û çend careke êrîş dikin ser hêzên Iraqê, ev yek jî ji ber gotegotên vekêşîna Amerîka û belavbûna vîrusa korona ye.

Rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hişyariya niştimanî ya wezareta Pêşmerge Babekir Feqê Ehmed ji BasNewsê re ragihand: ‘’Vekêşana hêzên Amerîkayê li çend binkeyan û radestkirina wan binkeyan ji hêzên Iraqê re di dema borî de pêk hat, gotegotên vekêşanî kêmkirina wan hêzên li Iraqê li dû xwe anî, Pentagonê jî heta niha bersivekî wisa nedaye bo vekêşandin hêzên xwe yên li Iraqê.’’

Babekir Feqê Ehmed got: ‘’Vekêşandina hêzên Amerîkayê li çend binkeyek û belavbûna vîrusa korona li çend parêzgehekî Iraqê, derfetekî baş daye dest çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê. Bo berfirehkirina sînor û cureya çalakiyên wan ên terorîstî ye, nimûneya herî baş jî girtina efserekî û du leşkerên polîsê federal bû, ku ew hêze helmetekî lêgerînê pêkanîbûn li navçeya Xurmatû.’’

Ehmed amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Piraniya wan cîhên ku valahiya ewlehiyê lê heye di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de çekdarên terorîstên DAIŞê jê sûd werdigrin. Bi dirêjayiya sedan kîlometreyan bi taybet li parêzgehên Diyale, Kerkûk, Mûsil û Mexmûrê.  

Ehmedî got: ‘’Dibe Amerîka bixwaze hêzên xwe kombike bo ku ew hêz nebin armanca êrîşê ji aliyê hêzên milîsên şîeyên Iraqê ve.’’