image

PeyamaKurd – Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir û da zanîn: Herêma Kurdistanê û Amerîka dostên hev in û rapora Wezareta Derve ya Amerîka ti bandorê li ser pêwendiyên her du welatan nake.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman ji K24ê re diyar kir, rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ti bandorê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nake. Herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan di warên aborî, ewlehî, çandî û dîplomatîk de kir.

Beyan Samî Ebdulrehman destnîşan kir, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her sal di vê demê de raporekê li ser hemû welatên cîhanê dinivîse, di çarçoveya Iraqê de jî behsa Herêma Kurdistanê kir. Lê ev rapor ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve, heta li navxweya Amerîka jî, giringî pê nayê dayîn.

Herwiha eşkere kir, Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide prensîpên mafên mirovan û rêzê li azadiya olî û azadiyên din digire, ev rapora Wezareta Derve li ber çavan hatiye girtin û li Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Beyan Samî Ebdulrehman diyar kir, têbîniyên wan li ser naveroka raporê hene û dê ligel berpirsên Amerîkî gotûbêjan bikin, lê heta niha ti bandorek li ser pêwendiyên her du aliyan nekiriye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Beyan Samî Ebdulrehman got, Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê, bi taybetî Serok Barzanî xwedî pêgeh, rêz û hurmeteke taybet in û bi ti awayî raporek bandorê li vê pêwendiya dûr û dirêj, kûr û berfireh nake.

Herwiha Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka destnîşan kir, di hevdîtinên xwe yên ligel Amerîka de, wan her tim tekezî li ser parastina aramî û aştiya Herêma Kurdistanê kirine. Dubare jî kir ku aramiya Herêma Kurdistanê, aramiya Iraq û Rojhilata Navîn e.

Beyan Samî Ebdulrehman li ser asta pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî da zanîn; Herêma Kurdistanê û Amerîka hevkarên stratejîk û dost in û li ser bingeha bawerî û berjewendiyên hevbeş li navçeyê tevdigerin.

Ebdulrehman got, erê niha Amerîkayê daxwaz ji me kiribû ku referandomê nekin, lê me got mafê me ye û me kir, lê dostaniya me berdewam bû û wê berdewam be jî, tiştekî asayî ye di nava dostan de nirxandin û gazindan hebin, lê bandorê li mijarên stratejîk nake.

Herî dawî Nûnera Hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîka diyar kir, di mehên Gulan û Hezîranê de du şandên Amerîkî wê serdana Herêma Kurdistanê bikin. Yek jê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ye ku mezintirîn jûreya bazirganiyê ya cîhanê ye bi du mîlyon endamên wê hene û ew giraniyê didin sektora çandiniyê. Ev yek jî pêngaveke din e di têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de bi pêş ve dibe.