image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma vekirina kargeha berhemên şîr ya li navçeya Mêrgesorê bû ku yek ji projeyên girîng e ji bo berhemanîna berhemên şîr û derfetên kar ji bo xelkê navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 30yê Gulanê roja sêşemê kargeha Zom a berhemên şîr li gundê Jajokê yê navçeya Mêrgesorê vekir ku bi vê projeyê re, dê berhemên şîr yên ajalder û cotkaran werin bikaranîn.

Fabrîqeya berhemên şîr li ser rûberê 13 hezar û 46 metre çargoşe hatiye avakirin û tê çaverêkirin rojane 20 ton berhem bîne û piştre jî bigihîje 50 ton berhemên şîr.

Di nav kargehê de taqîgeheke taybet a pişkinîna şîr û kalîteya şîr jî heye.