image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi, wêneyên rêberê şoreşa îslamiya Îranê Ayetullah Xumeynî û rêberê niha yê Îranê Elî Xamaneyî û Qasim Suleymanî yên li Bexdayê hatibûn danîn hatin rakirin.

Li gorî zanyariyan piştî biryara Kazimî li kolanên Bexdayê wêneyên ser dîwaran ên Humeynî, Xamaney û Suleymanî hatin rakirin.

Medya Iraqê ragihandiye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji asayîşa milîsên Heşdî Şeibî kiriye ku wêneyên li pêş tirbeya Ebu Henîfe Numan ê li navçeya Ezemiyê yê li Bexdayê hatine danîn rakin.

Di wêneyan de 3 kesayetên Îranî û kesayetekî Iraqî ku wêneyê Rêberê şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Ruhulla Xumeynî, Rêberê niha yê olî yê Îranê Ayetulla Elî Xamaney, fermandarê hêza Quds ê hatî kuştin Qasim Silêmanî û Cîgirê serokê desteya Heşdî Şeibî yê hatiye kuştin Ebu Mehdî Muhendîs hene.

Li gorî nûçeyê wêne ji bo roja cîhanê ya Qudsê hatine danîn ku Îna dawî ya meha Remezanê ye.