image

PeyamaKurd - Bi boneya betlaneya Cejna Qurbanê, bi hezaran geştyar ji navîn û başûrê Iraqê berê xwe dan deverên geştiyarî yên parêzgeha Hewlêrê, herwiha roleke mezin a vekirina rêya Hewlêr – Kerkûkê li ser zêdebûna hejmara geştiyaran heye.

Piraniya geştiyarên ku ji bajarên Iraqê têne Başûrê Kurdistanê, berê xwe didin deverên geştiyarî yên weke Rewandiz, Soran, Çoman û Mêrgesor û herwiha hemû deverên çiyayî yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê rawestgeha geştiyarên Iraqê ne.

Vekirina rêya Hewlêr – Kerkûkê bandoreke mezin li ser hatina hejmareke mezin ji geştiyarên Iraqê kir.

Herwiha ji ber vekirina rêya Hewlêr – Kerkûkê wisa tê pêşbînîkirin ku di roja duyem a cejnê de zêdetirî 10 hezar geştiyar serdana wan çar navçeyên sînorê parêzgeha Hewlêrê bikin.

Li her çar navçeyên Hewlêrê ji bo geştiyaran hemû amadekarî hatine kirin û li ser rûbarên nêzîkî cihên geştiyariyê Polîsê Berevaniya Şaristanî û li ser cadeyan Polîsê Hatûçûnê di amadebaşiyê de ne.