
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di operasyoneke hevbeş a ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de berpirsekî ′Xeterak′ yê şaneyên DAIŞê li gundewarê Reqayê hate girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Şeva Pêncşemê 28ê Îlonê, Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê (YAT) yên girêdayî hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneeteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî rêveberekî şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst yê bi navê Memduh Îbrahîm El Hecî (Ebû Yûsif) pêk anî.”
Hate diyarkirin ku operasyon li rojavayê bajarê Reqayê pêk hatiye û bi serkeftî encam daye ku di encamê de, terorîstê xeternak Ebû Yûsif ê xebatên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li herêmê bi rêve dibir, hatiye desteserkirin.