image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku di nava 24 demjimêrên bê de nêzîkî hezar koçberên din wê ji Belarusê vegerin Iraqê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên ligel hevtayên xwe yên Ewropayê di pêwendiyê de ye û ji bo rêgirtina li bazirganîkirina bi welatiyên Iraqê ji aliyê qaçaxçiyan ve, hewldanên xwe didomîne û Bexda pêşwazî li vegera koçberan dike.

Ehmed Sehaf eşkere kir ku Wezareta Derve, balyozxaneyên Iraqê yên li Moskow û Warşova raspartiye ku tîmên dîplomasiyê bişînin cihên mana koçberan ên li welatên Belarus, Lîtwanya û Polandayê û hêsakarî ji bo vegerandina koçberan bikin.

Hat diyarkirin, di karwana yekem de 431 koçber, di ya duyem de 176 koçber, di ya sêyem de 435 koçber gihîştine Iraqê û tê çaverêkirin ku îro 431 koçber bigihîjin û sibe jî 430 koçberên din vegerin.