image

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema salvegera 44 emîn Şoreşa Gulanê peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Wezîfeya hemû terefan ew e ku yekîtiya xwe xurt bikin û bo wê jî divê tim bixebitin. Bibîranîna Şoreşa Gulanê; rêzgirtina bo xelkê û pêşmergeyên qehremane û teslîmkirina heqqê xwîna pêşmergeyan û keda malbatên wan e.”

Barzanî di dewama axaftina xwe de got ku, ew baweriya Kurdistaniyan bo şoreşê kir ku, di demeka kurt de ji pola îradeyekî çêbû û bo şoreşê bû destek û weha dewam kir:

“Di bi pêşîvaniya PDK de, Şoreşa Êlûnê çêbû û dewama wê Şoreşa Gulanê çêbû ku di ser de 44 sal derbas bû. Bibîranîna Şoreşa Gulanê; rêzgirtina bo xelkê û pêşmergeyên qehremane û teslîmkirina heqqê xwîna pêşmergeyan û keda malbatên wan e.”

Barzanî ragihand ku di Şoreşa Gulanê de, temamê hêzên Kurdistanê hatin cem hev û bû sedema avakirina cepha Kurdistanê. Divê her dem xwenûhkirin hebe û di têkoşînê de nêrîneka nuh hebe û bo wê jî bibe teşwîq. Baweriya xelkê Kurdistanê ya bi şoreşê di demeka kin de kir ku îradeyeka ji pola çêbû û bû destekeka mezin. Barzanî di encama peyama xwe de weha got:

“Di vê roja ku em Şoreşa Gulanê bibîrtînin de, wezîfeya hemû terefan ew e ku yekîtiyê xurt bike, xweşbînî, helkirina krîzan bi hevkarî, parastina destkeftiyan û bo dahatûyeka nûh divê em bi berdewamî bixebitin. 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê pîroz be. Silav bo qehremanên şoreşê pêşmergeyan û ew kesên ku canê xwe fîda kirine. Silav bo şehîdên Kurdistanê û Şoreşê.”