image

PeyamaKurd – Dadgeha lêpirsînê ya bajarê Silêmaniyê biryara girtina 2 birayên hevserokê YNK ê yê Lahor Şêx Cengî Talabanî da. Dadgeh bo birayê Lahor Talabanî ku berê serokê beşa li dijî terorê bû, bo Polad Şêx Cengî Talabanî û nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê yê berê Aso Şêx Cengî biryara girtina wan da. Çavkaniyeka ewlehiyê bo Rûdawê weha gotiye:

“Dadgeha lêpirsînê ya Silêmaniyê îro li ser giliyê hemwelatiyekî biryara girtina Polad Şêx Cengî Talabanî, Aso Şêx Cengî Talabanî û wezîfedarekî berê yê asayîşê daye. Hemwelatiyê gilî kiriye her dû bira berê bûbûn sedema zîndanîkirina hemwelatî bo 6 salan. Sedem jî revandina peran bo derveyê welat bû.

Dema hemwelatî di zîndanê de bû bi zorê pê ewraqan îmze didin kirin û mal û mulkên wî derbasî ser navên kesên din dikin. Her dû birayên Lahor Cengî din av komployê de bûne. Ji ber hemwelatî mexdûr bûye, nihsa ji her dû kesan dawedare.”

Hemwelatî heya niha newêribûye gilî bike lê din av YNK ê de piştî guherînên deam çûyî çêbû, daxwaznameya giliyê da dadgehê. Çend kesên din jî giliyê xwe bo YNK ê û dadgehê kirin ku berê mal û milken wan ji desten wan derxistibûn.