image

PeyamaKurd - Welatiyên Tirkiyê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, ji bo dengdayînê berê xwe dan sindoqan.

Welatiyên Tirkiyê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê berê xwe dan sindoqan.

Miemeleya dengdayînê li Konsolosxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê li gorî dema herêmê di saet 09.00an da dest pê kir û wê heya saet 21.00an berdewam bike.

Konsolosê Tirkiyeyê li Hewlêrê Hakan Karaçay li ser deng dayînê nirxandinek kir û wiha got: "Li Herêma Kurdistanê biqasî 2 hezar û 500 welatiyên Tirkiyeyê hene ku qeyda wan a hilbijêriya li dervayî welat heye. Welatî li kîjan mîsyonê bixwazin dê biçin wê derê û dengê xwe bidin."