image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve li gundekî Efrînê agir berdan zeviyên darên zeytûnan.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh 12ê Gulanê çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, agir bi zeviyên darên zeytûnê yên li derdora gundê Beradê ya bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê xistin.

Li gorî zanyariyan, di encamê de agir bi derdora gund jî ketiye û tirs heye ku agir li gundên Meyasa, Burc Qas û Kalûtê yên nêzîk jî belav bibe.

SOHRê herwiha daye zanîn, çekdaran derdora gundê Um El-Hoş toparan kiriye û di encamê de, bi dehan hektar zeviyên genim û ceh hatine şewitîne.