image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdar ên bi navê Polîsê Leşkerî ya li bajarokê Cindirêsê bi darê zorê kaxezên spî bi endamên malbata şehîdên Newrozê didin îmzekirin daku ti doza dadmendiyê nekin. Herwiha malbatên 4 şehîdên Newrozê jî bang li rêxistinên mirovî û yasayî kirin ku rê nedin ku bi doza wan bê lîstîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê îro 28ê Adarê ragihand, doh 27ê Adara 2023an, Dadwerê Lêpirsînê Taha Reşwanî ligel 6 endamên ji Polîsê Leşkerî derbarê kuştina şehîdên şeva Newrozê li Cindirêsê de, lêpirsîn bi 4 endamên malbata şehîdan re kirin, ew jî ev in: Eşref Mihemed Osman, Mihemed Nezmî Osman, Emîne Cabo û Îsmaîl Silêman Mihemed.

Rêxistina Mafên Mirovan daye zanîn, piştî bidawîbûna lêpirsînê, Dadwerê Lêpirsînê Taha Reşwanî ligel 3 polîsên leşkerî ji malê derketin, lê 3 polîs jî di hundirê malê de man û kaxezên sipî yên taybet bi lêpirsînan derxistin û 5 endamên din ên malbatê neçar kirin ku li ser wan rûpelên spî îmze bikin.

Kesên ku bi darê zorê îmzeyên wan hatine birin ev in: Roşîn Mihemed Osman, Hêvîn Ismet Îbrahîm, Yasmîn Mistefa, Evrîzan Osman û Mihemed Mihemed Osman.

Malbata şehîdan jî bang li aliyên pêwendîdar, saziyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku fişarê li aliyê darazê bikin, da ku lîstinê bi lêpirsînan nekin û wan neguhêrin, ji ber ku îmzeyên 5 endamên malbatê di bin zext û zorê de hatine birin.

Rêxistina Mafên Mirovan ji ber vê yekê, daxwaza komîteyeke lêkolînê ya navdewletî û serbixwe derbarê vê tawanê dike û bang li Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Taybet Sûriyê û rêxistinên navdewletî dike ku baweriyê bi komîteyên girêdayî Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û hikûmeta wê ya demkî nekin.