image

PeyamaKurd – Cezayê Hevşaredarê jikardûrxistî yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hat hilweşandin.

Li gor zanyariyan, Dadgeha Diyarbekirê bi tohmeta endamtiya PKKê neh sal û çar meh û 15 roj cezayê zindanîkirinê dabû Adnan Selçûk Mizrakli û Dadgeha Herêmî ya Diyarbekirê jî ev ceza berî du salan pesend kiribû.

Herwiha hat zanîn, Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara Dadgeha Diyarbekirê hilweşandiye. Parêzerên Mizrakliyî xwestin ku mûwekilê wî were azadkirin, lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Herî dawî Hevşaredarê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli di 19ê Tebaxê ya sala 2019ê de ji kar hatibû dûrxistin li şûna wî qeyûm hatibû danîn. Mizraklî piştî jikardûrxistinê, roja 22'ê Cotmeha 2019an hatibû zîndanîkirin.