image

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê li baregeha xwe ya xebatê, serokê komîta hêzên çekdar, parastin û karên derve yê Fransayê senator Christian Cambon qebûl kir. Di hevdîtinê de serkonsulê Fransa yê Hewlerê Olivier Decottignies jî amade bû. Senator behsa rola serok Barzanî ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û bilind nirxand û hem ragihand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron jê xwestiye ku seredana serok Barzanî bike û firka Barzanî di derbarê rewşa Iraqê de bigre.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya li Iraqê kirin û behsa lihevkirina bi Çarçoveya Koordînasyonê, Sunnî û Kurdan kirin ku li ser destûra bingehîn ya Iraqê ku çawa lihev kirine. Di hevdîtinê de li ser girîngiya çareseriya pirsgirêkan ku di rêya diyalogê de çareser bikin rawestiyan.

Her weha mijara êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê, êrîşên ser sîvîlan, bombekirina dibistan û jîngehên sîvîl, babetên her dû terefan bûn ku li ser wan axifîn û ragihandin ku êrîşa ser sîvîlan sûc e.

Serok Barzanî, ji ber di rojên zor û zahmet de Fransa her daîma piştgiriya Kurdan kiriye, ji bo hukumeta Fransayê sipasiyên xwe kir. Barzanî got ku bi taybetî di wexta şerê li dijî IŞİD ê de, seredana serokê Fransayê Holland ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan dide ku têkiliyên navbera her dû welatan di asta herî bilind de ye.

Senatorê Fransiz ragihand ku wê Fransa desteka dostaniyê ji bo Herêma Kurdistanê dewam bike. Di hevdîtinê de senator Cambon ‘Nîşana Şerefê’ ya senatoya Fransayê ji bo serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî teqdîm kir.