image

PeyamaKurd - Cihnişînê Ebuzebî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê bi minasebeta pîrozbahiya Cejna Qurbanê pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Cîhnişînê Ebuzebî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê di vê pêwendiya telefonî de Cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kiriye û ji wî û gelê Kurdistanê re hêviya serkeftinê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî spasiya vê pêwendiya Cîhnişînê Ebuzebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan kir û Cejna Qurbanê li wî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ji bo Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û gelê Îmaratê hêviya bextewerî û pêşkevtinê kiriye û hêvî kiriye, pêwendiyên dostane yên herdu gelên Kurdistan û Îmaratê berdewam bin.