image

PeyamaKurd- Şêwirmendê serok Mesûd Barzanî Azad Cindiyanî behsa tehdîda YNK ya ‘îdara du serî’ kir û got ev tehdîd wê zerarê bide statuya Kurdistanê. Cindiyanî got YNK li pey wan bidestkeftiyên ku ji destê wan derketine, li pey wan e da car din bidest bixe. Sedema ku nahêle hukumet ava bibe jî ev mijare.

Azad Cindiyanî ragihand ku divê YNK xwediyê tewrekî erênî be, manzara ya niha baş nîne û bo xelkê Kurdistanê xizmetê nake. Cindiyanî got bi rabûna peymana stratejîk ya navbera PDK û YNK ê, xelkê Kurdistanê zerarê dibîne û ji niha û bi şûnde herî kêm divê bo 4 salan peymana stratejîk bêkirin ji ber ku di Rojhilata Navîn de guherîn çêdibin û divê berya her tiştî bo asayîşa xelkê Kurdistanê û dahatûya xelkê Kurdistanê cîh be dayîn.