image

PeyamaKurd – Hevserokê Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, Bedran Çiya Kurd ji daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên wekî, ‘Rêveberiya Xweser bi piştevaniya Amerîkayê projeya cudabûnê ya damezrandina nîv-dewletekê dimeşîne’ re bertek nîşan da. 

Çiya Kurd li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku Rêveberiya Xweser ti projeyeke cudabûnê nameşîne û got, “Tevî ku Rûsya ligel israrên me yên dîyaloga Sûrî-Sûrî navbeynkariya Rêveberiya Xweser û Şamê nake jî Sergey Lavrov derketiye gotinên berê dubare dike. Dibêje ku em projeyeke parçekirin û cudabûnê û ji aliyê hin partiyan ve têne bikaranîn.”

Bedran Çiya Kurd di dewamê de diyar kur ku ti projeyeke wan a cudabûna ji Sûriyeyê nîne û da zanîn, Rûsya ji pêşxistina projeyên parçebûnê jî berpirs e.

Çiya Kurd got: "Nerast e ku me bi cudaxwazî û damezrandina dewletê tawanbar dikin. Projeya me zelal e, divê meseleya Sûriyê bi nêrîneke vekirî bê gotûbêjkirin. Rûsya xwedî roleke sereke ye li Sûriyê û dikare ji bo çareserî û îstiqrarê atmosferekê ava bike. Herwiha em tawanbar û tohmetên dijî rola me ya netewî û dabînkirina ewlehiya herêmê jî red dikin. Li Sûriyê em xwedî îradeyekê ne û ti pêdiviya me bi aliyekî din nîne, nêrînên me yên taybet hene û Rûsya jî vê dizane. Em hêvî dikin Rûsya têbigihe ku em li Sûriyê xwedî doz û daxwazkarên mafên xwe yên rewa ne.”