image

Kenala Amerîkî CNN International li ser Operasyona Efrînê axivî û bandorên wê yên neyînî bi bîr xistin.

Li gor CNN Internationalê, di encama bombebarana firokeyên leşkerî yên Tirk de şûnwarê Girê Eyn Dara hatiye mihokirin.

Herweha bandora neyînî ya Operasyona leşkerî ya Tirk ya li ser gelê sivîl ê Efrînê jî di nuçeyê de cihê xwe girt.

Li Efrînê ji destpêka Operasyona Tirkiye û çekdarên hevalbendê wê, gelek şûnwarên dîrokî hatine herifandin, xwezayê zerareke mezin dîtiye û bandoreke pir xirab li ser jiyana xelkê sivîl ên Efrînê kiriye.