
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil, îro 2yê Sibatê ragihand ku wan ligel hikûmeta Iraqê li ser mijara mûçeyê û berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê li hev kirine.
Berdevkê hikûmetê di civîneke rojnamevanî ya derbarê encamên civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ya duh Çarşemê de wiha axivî:
“Di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de behsa mijara pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin ku gotûbêj di navbera herdu aliyan de hebûye û dê berdewam bike û di demeke nêzîk de şandeya Herêma Kurdistanê serdana Bexda bike û yek ji mijarên sereke yên gotûbêj û danûstandinê jî mijara berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê ye. Mijara mûçe yek ji mijarên sereke ye ku divê mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê em dabîn bikin û ew hemû jî girêdayî projeyasaya budce ye û me ligel hikûmeta Iraqê jî li hev kiriye.”
‘Ti bahaneyeke hikûmeta Iraqê nema ye’
Cotyar Adil di dewamê de diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijde li ser wê yekê ku ligel hikûmeta Iraqê bigihe rêkeftinê û ti bahaneyek nemaye ji bo ku hikûmeta Iraqê ligel Herêma Kurdistanê rêkeftinê neke.”