
PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Kurdistanê ragihand ku hukumet çûn û hata nav bajarên Kurdistanê heya 15 ê hezîranê qedexe kiriye. Wezareta karên hundir ya Kurdistanê agahiya biryarê bi rêya nivîskî ragihand û got ku ji 14 ê adarê heya niha, çûn û hatina navbera bajarên Kurdistanê qedexeye û wê heya 15 ê hezîranê dewam bike.
Wezaret wê ji bilî çûn û hatên mecbûrî dê îznê nede ti kesî û îzin jî dê di ser sîstema elektronîk de bidin.