image

PeyamaKurd- Dadgeha Silêmaniyê di derbarê serokê Tevgera Nesla Nû Şasiwar Ebdulwahid de biryara girtinê da. Dadgeh bi sedema ku ‘ heqaretê li xebatkarên dewletê kiriye ’ vê biryarê daye. Biryara girtinê li gor xala 229 ê hatiye dayîn.

Piştî biryarê Şasiwar Ebdulwahid ragihand ku ew ti sûcekî nekiriye û got: “Ez bi serbilindî diçim dadgehê.”

Li gor qanûn; kesekî ku heqaretê li xebatkarekî dewletê bike, herî zêde du sal cezayê zîndanîkirinê didinê û herî kêm cezayê pere didinê.