image

PeyamaKurd – Dadwerê Kurd Hakim Rizgar ku yek ji dadwerên dîktatorê darvekirî yê rejîma Beas a Iraqê Sedam Husên dadgeh kiribû, eşkere kir ku wî xwe ji bo peywira serokomarê Iraqê kiriye berbijêr. Hakim Rizgar Emîn îro 11ê Çileyê ragihand, wî xwe ji bo peywira serokomarê Iraqê wek berbijêr nîşan daye.

Hakim Rizgar endamê dadgeha temyîz a Herêma Kurdistanê ye û berî niha yek ji wan dadwerên ku serokatiya rûniştina dadgeha bilind a tewanên Iraqê kiriye û di dadgehkirina Sedam Husên û berpirsên payebilindên Iraqê yên wê rejîmê de cih girtiye ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2003an ve, ev post para Kurdan e û aliyên Kurd kandîdekî ji bo vê postê destnîşan dikin. Heta niha ji xeynî Hakim Rizgar ti kesekî bi fermî berbijêrbûna xwe ji bo serokomariya Iraqê eşkere  nekiriye. Lê YNK bangeşeya wê yekê dike ku ew kursî wek kevneşopî ya wan e û berpirsên PDKê jî peywira serokomar wek pişka xwe ya serkeftina hilbijartinê dizanin.

Dadwer Rizgar Emîn di sala 1957an ji dayik bûye û sala 1980 ji fakulteya Yasa û Siyasetê ya zanîngeha Bexdayê der çûye, piştre li Bexdayê tevlî Peymangeha Dadwerî bûye û xwendina xwe ya bilind li wir di sala 1992an de temam kiriye.

Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran 9ê Çile piştî yekem rûniştina parlamentoyê deriyê berbijêrbûna ji bo posta Serokomariya Iraqê vekiribû û divê di heyama 30 rojan de Serokomarê Iraqê were hilbijartin.