
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku li girtîgeha Edirne dimîne, êrîşa şeva borî ya endamên PKKê li dijî navendeke polîsên Tirkiyê pêk anîbû, li ser hesabê xwe yê Twitterê şermezar kir.
Hevserokên niha yên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan jî derbarê êrîşa şeva borî de ku polîsek hatibû kuştin û herdu endamên PKKê yên jin xwe teqandibûn de, daxuyanî dan.
Di daxuyaniya nivîskî de, hat gotin; “Erka me hemûyan e ku em hesabê yên dixwazin bi rêya tundiyê siyaseta demokratîk teng û bêkêr bikin, vala derxin.”
Herwiha hat diyarkirin ku ew êrîşa li Mersînê çêbûye şermezar dikin û pêwîstiya ronîkirina aliyên tarî yên êrîşê tînin ziman.
Buldan û Sancar destnîşan kirin, “Em ê wekî HDP li dijî tundiyê bi israr siyaseta demokratîk biparêzin û vê helwesta xwe bidomînin.”
Demirtaş jî di peyama xwe got, “Êrîşa Mersînê şermezar dikim. Erka siyasetê israrkirina rêbazên derveyî tundiyê ye. Rawestandina mirinan e. Em ê li dijî her cûre tundiyê derkevin û di siyaseta demokratîk de bi israr bin. Dixwazim her kes vê yekê bi zelalî bizane.”
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî êrîşê ragihandibû ku nasnameya yek ji êrîşkaran Dilşah Ercan a bi nasnavê Zozan Tolan e û sala 2013an ji bajarê Mersînê tevlî PKKê bûye.