image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derbarê qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman û 71 kesan de bi hinceta di 36 îhaleyan de bi 62 milyon dolaran gendelî kirine 2 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 17ê Mijdara 2016ê û 19ê Tebaxa 2019an waliyê wê demê Mustafa Yaman du caran li şûna Ahmet Turk wek qeyûm danîbû. Ahmet Turk piştî hilbijartinên 31ê Adara 2019an ku dubare wek Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat hilbijartin belgeyên gendeliyê yên qeyûm Mustafa Yaman eşkere kiribûn.

Mustafa Yaman tevî belgeyên gendeliyê heta 10ê Hezîrana 2020an ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji bo posteke din hatibû erkdarkirin, wek qeyûm li ser karê xwe mabû.

Mustafa Yaman, di serdema karkirina xwe de, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 120 milyon dolar di bin deynan de hiştibû û piştre li Enqerê wek pîşkîner yan serpereştyar hatibû erkdarkirin.

Piştî ji kar dûrxistina Mustafa Yaman di encama lêkolîna pişkîneran de lêpirsîn û doz hatibû vekirin. Di encama berdewambûna lêkolînan de diyar bû ku di 36 îhaleyan de bi 62 milyon dolaran gendelî hatiye kirin û derbarê Mustafa Yaman ê qeyûm û 71 kesan de 2 lêpirsînên din hatin vekirin.

Li gor rapora pişkîneran di 36 îhaleyan de bi 62 milyon dolaran gendelî hatiye kirin. Gendelî bi awayê ku bo karên nehatine kirin pere hatine dayîn, kelûpelên ku nehatine kirîn wek hatine kirîn hatine nîşandan, rêyên nehatine çêkirin wek çêkirî hatine nîşandan, avahiyên ku pêştir hebûne wek ji nû ve hatibin çêkirin hatine nîşandan û ji bo van tiştan pere bo kompanyayan hatine dayîn.