PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de îro bi awayekî fermî hat vekirin.
Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku vê sibehê saet di 09:00an de deriyê Pêşabûr yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi fermî hat vekirin û hat destnîşankirin ku bi vekirina derî re di navbera herdu aliyan de li pêş rêwiyan, xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê, xwediyên îqameyên biyanî û karsazan hatiye vekirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku derî li gorî pergala berê, her kesê ku bixwaze di vî deriyî re derbas bibe, dikare serlêdana online bike û piştî pejirandinê, dikare bi awayekî asayî derbas bibe.
Deriyê sînorî yê Pêşabûrê/Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ji destpêka sala 2013an ve, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Suriyeyê hatibû vekirin.
Deriyê ku di 11ê Gulana borî de hatibû girtin, piştî 25 rojan îro car din hat vekirin.