image

PeyamaKurd- Ji sala 2011an heya niha deriyê Öncüpınarê bo erebeyên bazirganî yên transît girtîbû. Di 4 ê adarê de erebeyên naqliyê bê ku rawestin raste rast wê karibin barên xwe bibin bo herêma Mertala Firatê û Çiqilê Zeytûnê.

Rêvebiriya GAP ê ya Gumrik û Bazirganiyê bi awayeka nivîskî ragihand ku ji roja duşemê û pê de, wê erebe karibin herin herêmên navborî yên li jor. Ji roja ku şerê Sûriyê destpêkiriye heya niha, erebeyên barhilgir barên xwe dibirin herêma tampon û ji wê derê li erebeyên Sûriyê bar dikirin û dibirin devera ku dixwestin.