image

PeyamaKurd – Deriyê sînorî yê Hecî Omeran ê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber berfa zêde û tundiya zivistanê 3 roj berê hatibû ragirtin, îro piştî dawîbûna xebatên paqijkirinê ji nû ve vedibe.

Rêveberê bajaroka Hecî Omeranê Ferzeng Ehmed ji medya Kurdistanê re ragihand, ji ber ku berf zêdetirî metroyekê bilind bûye rê hatine girtin û derîyê Hecî Omeran 3 roj in ji çûnûhatinê re girtî bû.

Ehmed daye xuyakirin ku xebatên paqijkirinê û vekirina derî dewam dikin û ew li bendê ne îro derî ji nû ve bê vekirin.

Ferzeng Ehmed herwiha daye zanîn ku sedema girtina derî ji aliyê Îranê ye ku berf li wir zêdetir bariyeye û nekarîne zû paqij bikin.

Di derîyê Hacî Omeranê de rojane zêdetirî 500 barhilgir û zêdetirî 1000 kes derbas dibin.