image

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hewkariya Heyva Sor a Îmaratê li sînorê parêzgeha Helebce di projeya azîzan de, alîkarî li ser 159 zarokên sêwî yên bê bav dabeş kir.

Berpirsê ofîsa Helebcê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Karzan Selam ragihand ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro 28ê Mijdarê di projeya ezîzan de, nêzîkî 89 hezar dolar li ser 59 zarokên sêwî yên li sînorê parêzgeha Helebcê dabeş kir.

Karzan Selam ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, “Projeya ezîzan, projeyeke girîng a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye û xêrxwazên Îmaratê piştevaniya vê projeye dikin û îro bi dabîn kirina wî pereyî beşek ji pêdiviyên wan zarokan girtin ser xwe.

Hêjayî gotinê ye, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewam karên xwe yên xizmeta hemwelatiyên xwedî pêwîstiyên cuda û bi taybet projeya ezîzan li vî sînorî berdewam dike.