image

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Colemêrgê leqa partiya AKP ê bi sedema salvegera didardakirina serpereştên Partiya Demokrat yên sala 1960 ê ku biryara didardekirina serokkomar Celal Bayar, serokwezîr Adnan Menderes, wezîrê darayî Hasan Polatkan û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Fatin Rüştü Zorlu dabûn û Bayar ne di nav wan de her sê serpereştên dinê hatibûn di dardekirin, di salvegera îdama wan de li Colemêrgê hatin bibîranîn.

Di 27 ê gulana sala 1960 an de leşker dest danî bu ser rêvebiriya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê û gelek siyasetmedarên Tirk û Kurd biribûn Girava Yasıadayê û wan li wê derê darizandibûn. Bi sedemên gelek biçûk biryara îdaman û cezayê giran dabûn siyasetmedaran. CHP a di bin serpereştiya İsmet İnönü de li pişt derbê rawestiyabû û destekê dabû artêşê.

Serokkomar Celal Bayar ji ber temenê wî zêde bû ji îdamê rizgar bû lê Menderes, Zorlu û Polatkan hatibûn didardekirin. Di wexta desthilata Partiya Demokratê de Kurd karibûn hinekî rihet nefesê bistînin û destekê dabûn Demokratan.

Siyasetmedarên Kurdi yên weka Abdulmelik Firat û Halis Öztürk bi cezayê giran wan ceza kiribûn û wan şandibûn zîndana bajarê Keyseriyê.

Li bajarê Colemêrgê cîgirê serokê partiya AKP ê Zeydin Kaya di axaftina xwe de got ku di salvegera didardekirina wan de yên di rojên 16-17 ê êlûna sala 1961 an, ku derbekar li ser kar bûn, weka destpêka derbekaran ketiye nav rûpelên tozgirtî yên dîrokê.

Kaya her weha got ku desthilata wesayetan dahatûya memleket û demokrasi, aborî, moral û motivasyona milletê hêra û weha got:

“Derbeyên di 27 ê gulanê de destpêkirin bi derbeyên 12 ê adarê, 12 ê êlûnê û bi 28 ê sibatê dewam kirine û zerareka mezin gihandine milletê me. Muxtira 27 ê nîsanê, derbeya 15 ê temmûzê, bi wan kesên tarî xwestin bibin desthilat lê millet li hemberê wan rawestiya û ber li wan girt. Nema li Tirkiyê derbe çêdibin û di siba 16 ê temmûzê de pêşiya wan hatiye girtin. Tevî kes diguhurin jî bi salaye leystik tên leyîstin, em ê bi xelkê xwe re têkoşîna xwe dewam bikin û li hemberê êrîşan welatê xwe biparêzin.”