
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama erdheja bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de ku 31ê Çileyê de rû dabû, 9 hezar û 250 xanîyan xisar dîtiye.
Serokê Saziya Avadankirinê ya Îranê Ekber Nîkzad eşkere kir, di erdheja vê dawiyê ya bajarê Xoy ê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê de 9 hezar û 250 xanî û avahî hilweşiyane yan jî ziyan dîtine.
Nîkzad diyar kir ku ji ber erdhejê hezar û 750 xanî bi temamî hilweşiyane û 7 hezar û 500 xaniyan jî xisar dîtine û pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye.
Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Motemedniya got, wan 50 kamp ji bo xelkê ava kirine ku 90 hezar kes tê de bijîn û wan zêdetirî 23 hezar kon jî belav kirine.
Li aliyê din gelê Xoyê jî ji ber xemsariya hikûmeta Îranê nerazîbûna xwe nîşan didin û şeva borî jî li ber qaymeqamtiyê çalakî li dar xistin ku rastî destwerdana polîsan hatine.
Di erdheja Xoyê de, 3 kesan can dabû û 1100 kes jî birîndar bûbûn.