
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Sefre yê Mawetêya parêzgeha Silêmaniyê otombîleke PKKê kirin armanc ku di encamê de 5 endamên PKKê hatin kuştin.
Qeymeqamê bajarokê Mawetê Kameran Hesen ragihandiye ku doh êvarî balafirên bêmirov ên Tirkiyê, otombîleke PKKê li nava gundê Sefre bombardiman kiriye û ji 5 şervanên PKKê tê de can dane.
Kameran Hesen da zanîn ku balafirên Tirkiyê 2 moşek avêtine ku yek ji wan li otomobîla PKKîyan ketiye û yek jî li nexweşxaneya gundê Sefrê ketiye.
Çavkaniyên nêzîkî PKKê jî dibêjin, ji bilî mirina 5 PKKiyan herwiha di wê êrîşê de çend xaniyên xelkê gundê Sefrê jî zirareke mezin dîtine.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 27ê Gulanê ragihandiye ku di encama bombardimana balafirên wan de 5 PKKyî hatine kuştin.