
PeyamaKurd- Tora medyayî Rûdaw radigihîne ku li herêma Germiyanê li bajarokê Kulecoyê çekdarên DEAŞê êrîş birine ser hêzên pêşmerge û di encamê de ji pêşmergeyan şehîd û birîndar hene.
Malper ranegihand ku hûrahiya mijarê çiye û bûyer çawa qewimiye. Encama bûyerê hêj bi temamî bi awayekî rêjeyî nehatiye diyarkirin.