
PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobaniyê li gundê Helincê bi balafira bê mirov êrîş birin ser malekî û di encama êrîşê de 3 jin yajana xwe ji dest dan. Çavkaniyekî ku bo çapemeniya Kurdistanê axifiye weha gotiye:
“Balafireka bê mirov li rojhilatê Kobaniyê li gundê Helînceyê êrîş bir ser mala Mistefa Xelîl û malê bombe kir. Di encamê de 3 kes mirin. Di malê de zêdetir kes hebûn lê niha encama ku em dizanin, 3 jin mirine û navên wan Zehra Berkel, Mizgîn Xelîl û Emîne Weysî ne.”
Li gor çavkaniyê îhtîmal heye ku drone an ku balafira bê mirov ya Tirkiyê be.