image

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Karûbarên mînan li Hewlêrê Elî Ebdulrehman, ragihand ku li zeviyekî mînan a li gundê Susê yê nihiyeya Şoreş a qezaya Koye, 30 mînên dijî kesî hatin dîtin.

Elî Ebdulrehman daye xuyakirin, di encama karên tîma 5 a mîn rakirinê ya rêveberiya giştî ya karûbarên mînan li Hewlêrê de, di zeviya mînan a Rebiye ya Sabîr a gundê Susê yê nehiyeya Şoreş a qezaya Koye, 30 mînên dijî kesî yên cureya VAR40 û V69 hatin dîtin û hemû hatin pûç kirin û jinavbirin.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên mînan li Hewlêrê da zanîn: “Gundê Susê li sînorê qezaya Koye, yek ji navçeyên herî metirsîdar e û di rûberekî berfireh de mîn hatine çandin. Ji ber wê jî gelek kes bûne qurbanî û niha hewldan hatine zêdekirin ji bo paqijkirina navçeyê ji mîn û paşmayên şer.”