image

PeyamaKurd – Rêveberê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî Dîndar Zêbarî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedan rewatiya destûrî ye û şanda desthilatê bi awayekî aştiyane pêk hatiye.

Rêveberê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedan rewatiya destûrî ye û veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane pêk hatiye.

Rêveberê Komîsyona Bersivdana Raporên Navdewletî Dîndar Zêbarî di kongreyeke rojnamevanî de bersiva raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê Herêma Kurdistanê de da û got, “Mafên mirova li Herêma Kurdistanê yek ji karên pêşîn ên hikûmetê ye û mînakeke pir pêşketî li ser asta herêmê hatiye nîşandan.”

Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir ku opozîsyonê gelek caran bi rêya medyayê îdia dikin, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê ber bi xirabûnê ve diçe, Zêbarî diyar kir, ev yek ji bo armanceke taybet bûye.

Zêbarî da zanîn, Herêma Kurdistanê bi rêya hilbijartinan hat ser desthilatê û got, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane berdewam dike û ev tişt anî ziman:

“Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha îtîrafê bi hilbijartinên vê dawiyê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Dibêje hikûmeta niha ne karîkatur e. Hewldanên yekgirtina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Hevpeymaniya Navdewletî de birêve diçe û heta niha zêdetirî 21 lîwayên bi hev re hatine kirin.”