image

PeyamaKurd Kemal Kerkûkî diyar kir, vegera Erebên îthal bo Kerkûkê metirsiyê li ser asayîşa herêmê ye û divê rê li ber wan bê girtin.

Serokê Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kerkûk-Germik Kemal Kerkûkî ragihand, vegera Erebên îthal bo ser mal û warên cotkarên Kurd ên Kerkûkê binpêkirina eşkere ya destûrê ye.

Di dema ku kêşeya cotkarên Kurd li Kerkûk û navçeyên madeya 140 berdewam bû, hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên Kurdan li vê navçeyê zêdetir bûn.

Kerkûkî da zanîn ku vegerandina Erebên îthal bo ser zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûkê dubarekirina proseya erebkirina navçeyên ku Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya serdema Bees biryar daye.

Kerkûkî da zanîn, niştecihên Kurd û Tirkmen ên van herêman hatin derxistin û Ereb ji başûrê Iraqê anîn û li van herêman bi cih kirin û bi bîr xist ku axa Kurdan hatiye dagirkirin.

Kerkûkî eşkere kir, hatina Erebên îthal ji ber sedemên cuda berdewam e û wiha got:

“Piştî rûxandina rejîma Beis û qebûlkirina Destûra nû ya Iraqê, li gorî madeya 140î, Erebên ku dihatin derve bi erd û pere hatin qerebûkirin û hatin şandin bo cihê ku jê hatibûn. Erebên îthalkirî ji pêvajoya tazmînatê gelek sûd wergirtin.”

Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kir, ku vegerandina Erebên îthal bo Kerkûkê wê ewlehiya herêmê bixe metirsiyê û jiyan ne asayî be û got, divê di zûtirîn dem de pêşiya hatina Erebên navborî bê girtin.

Derbarê cîbicîkirina maddeya 140 ya destûrê de jî Kerkûkî diyar kir, ji bo cîbicîkirina madeya navborî û asayîkirina rewşa wan deveran divê komîteyeke nû bê avakirin û got, ew komîta ku were avakirin divê ji bandora siyasî dûr be.