image

PeyamaKurd – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ew peykerên komîk û sosret ku bûn mijara nîqaşan rakirin.

Hat zanîn ku piştî nerazîbûnan şaredariyê peykerên ku zêdetirî 4 milyon lîre li wan xerc kiribû û dûrî çanda xelkê Diyarbekirê hatibûn çêkirin, rakir.

Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew peyker hatine rakirin û wê li gorî rexneyan bêne nûkirin û radestî şaredariyê bêne kirin.

Peykerên qeyûmê Diyarbekirê bûn mijara pêkenînê: 4 milyon lîre li van peykerên ecêb hatiye xerckirin!

Parêzgarê Diyarbekirê xwedî li peykerên bûne mijara pêkenînê derket: Wekî wêneyê rastî ne!