
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, di van rojên dawî de li ser zêdebûna pêketiyên vîrusa koronayê û kêmbûna nexweşên baş dibin hişyarî da û got, vîrus di nav gel de zêde belav bûye.
Dr. Saman Berzencî li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
“Bilinbûna rêjeya vîrusa koronayê nû COVID-19, li nava komelgehê gelekî zêde bûye. Ji ber wê çendê ye jimara berketiyan û mirinan zêde, jimareya başbûyan jî kêmtir e. Baştirîn rêkar bo kêmkirina vê belavbûnê xweparastina takekesî, bikaranîna mask û lepik û çêkirina pişkinîna ye.”
Li Herêma Kurdistanê heta niha 4 hezar û 164 kes bi Covîd-19ê ketine, Hezar û 408 kes baş bûne û 118 kesan jî can daye.