image

PeyamaKurd – Biryara parêzgarê Kerkûkê yê desteserkirî Rakan Seîd, dûrxistina 47 karmendên Kurd ji şaredariyê, ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah hat betalkirin.

Li gor zanyariyan, piştî ku roja 02.03.2023an de parêzgarê desteserkirî yê Kerkûkê Rakan Seîd bi nameya jimare (5506) hewl da 47 karmendên Kurd ji karûbarê şaredariya Kerkûkê dûr bixe û dawî li karê wan bîne, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah bi nameyeke ji Wezareta Avakirinê ya hikûmeta federal re, ferman da ku xizmeta xwe berdewam bikin.

Herwiha bi biryara Cîgirê Serokê Parlamentoyê, wê 47 karmendên Kurd li cihê xwe bimînin û karê xwe berdewam bikin.