
PeyamaKurd - Çalakî û tevgerên bazirganî li herdu deriyên sînorî yên Perwîzxan û Başmaxê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dest pê kirin. Her du deriyên sînorî bi minasebeta cejna Remezanê hatibûn girtin.
Rêveberê Giştî yê Gumrikên Sineyê, Bextiyar Rehmanîpûr ragihand, piştî ku rojekê çalakiyên deriyê sînorî yê Başmaxê hatibûn rawestandin, ji Duşemê ve car din hinardekirina kelûpelan li vî sînorî dest pê kir.
Bextiyar Rehmanîpûr he rwiha da xuyakirin, ku deriyê sînorî yê Seyranbenê ku dikeve sînorê navçeya Baneyê, li ser daxwaza aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê heta Sêşemê 26ê Gulanê girtî dimîne û roja Çarşemê dê tevgera bazirganî li wê derê jî dest pê bike.
Qaymeqamê Qesra Şîrîn, Murad Elî Teterjî ragihand, ji roja Duşemê ve tevgera bazirganî li vî sînorî dest pê kiriye û tekez kir, niha rojane hezar û pênsed kamyon kelûpel ji Îranê ve bo Iraqê û Herêma Kurdistanê tên hinardekirin.
Ew yek di demekê de ye, ku ji ber belavbûna metirsiya pandemiya koronayê (Covid-19), çûnûhatinê rêwiyan û geştyaran li deriyên sînorî hêj qedexe ye.